Li Xarpêtê bi hêza 4,0 pileyî erd hejiya

17 tebax 2022 15:29
Li Xarpêtê bi hêza 4,0 pileyî erd hejiya

PeyamaKurd – Li navçeya Qowanciyanê ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,0 pileyî erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, 17ê Tebaxa 2022ê li navçeya Qowanciyanê di saet 07:24an de, bi hêza 4,0 pileyî û 12 kîlometre di bin erdê de erdhejek çêbûye.

Parêzgariya Xarpêtê bi daxuyaniyekê da zanîn, di encama erdhejê de tu zerareke canî û madî çênebûye.

Herî dawî hat eşkerekirin ku xebatên lêkolînê berdewam in.