Li Wanê qezaya trafîkê: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

14 gulan 2026 12:23

Li navçeya Elbak a Wanê di qezayek trafîkê de jinekî jîyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.

Li Wanê qezaya trafîkê: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

RûpelNews - Qeza serê sibê li herêma Gedikbaşî ya navçeya Elbakê qewimî. Otomobîla ku ber bi Wanê ve diçû, piştî ku ajokar kontrola wesayîtê winda kir, ji rê derket.

Di qezayê de jinek mir, sê kesên din jî birîndar bûn, yek jî bi giranî. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambulansê ji wesayîtê hatin derxistin û ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Cenazeyê jina mirî ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê. Lêpirsîna li ser qezayê dest pê kir.