Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 1 mirî, 4 birîndar

12 hezîran 2026 09:54

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama lihevketina du otomobîlan de kesek mir û çar kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 1 mirî, 4 birîndar

RûpelNews - Duh bi şev li herêma Rêya Akdogan a Taxa Gumuşdereyê du otomobîlên ku navên şofêrên wan nehatine hînbûn li hev ketin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên 112 Acil a Tenduristiyê, polîs û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Di qezayê de Abdulkadir K. (74) li cihê bûyerê mir, Rojda E, Ahmet B, Zübeyir B û Sihem H birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.