Li Êlihê di bûyereke trafîkê de kesek mir û du jî birîndar bûn

11 gulan 2026 12:59

Li Êlihê otomobîlek û barhilgirekê qeza kirin û di bûyerê de kesekê canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.

Li Êlihê di bûyereke trafîkê de kesek mir û du jî birîndar bûn

RûpelNews - Qezay li nêzîkî bajêr rûda. Balhilgira ku navê ajokarê wê Fahrettîn Kirkpinar û otomobîla ku navê ajokarê wê Emîne Arsoy bû li hevdu dan. Di encama lêdanê de, her du wesayît ji kontrolê derketin û ketin nav çala kêlekê.

Piştî bûyerê, tîmên Xizmeta Bijîşkî ya Lezgîn a 112an, agirkujî, polîs û cendirmeyî ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di qezayê de, her du ajokar û Esra A. ya ku di erebeyê de bû, birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên li Êlihê.

Lêbelê, tevî hemû hewldanan jî, Esra A. ya ku bi giranî birîndar bibû jiyan xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsînê da destpêkirin.