Li Wanê birûskê li keriyê pezî da
Li mêrgên navçeya Ebex a Wanê birûskê li keriyê pezî da û di encamê de 30 pez mirarî bûn.
|
Türkçe
RûpelNews - Di dema bahozeke bi birûsk û baraneke zêde de ku nêzîkî nîvro li taxa Qasim a navçeya Ebex a Wanê giran bû, birûsk li keriyek pez ê ku li mêrgê diçêra ket.
Niştecihên herêmê, bi lez ber bi cihê bûyerê ve çûn. Hat dîtin ku ji keriyê 30 pez mirar bûne.
Hat ragihandin ku xwediyê keriyê Cîhat Yilmaz, rayedarên têkildar derbarê rewşê de agahdar kiriye.
Niştecihên taxê destnîşan kirin ku li herêmê, bi taybetî di mehên bihar û havînê de, gelek caran birûsk lê didin û tekez kirin ku divê cotkar hişyar bin. (Çavkanî: İHA)
