Sûriye gazî ciwanên ji ber metirsiya eskeriyê li derve ne dike
PeyamaKurd - Serokê Navenda Biryargeha Serfermandariya Giştî ya Rûsya Mikhail Mizintsev ragihand, ku Serokê Sûriyê biryar daye parastina penaberên Sûrî bike dema vegerin ser warên xwe û ciwanên ku navên wan bo leşkeriyê hatiye, dikarin piştî vegera wan bi salekê, leşkeriya xwe bikin.
Mikhail Mizintsev diyar kir: “Her diçe di nava civaka Navdewletî de tê famkirin ku şerê naxwe yê Sûriyê ber bi dawiyê diçe û Sûriye jî amade ye dest bi reforman bike. Lê welatên Ewropayê jî nikarin xwe ji vê pirsê dûr bigirin, ji ber krîza penaberan û mesrefên zêde yên xwedîkirina penaberan, wiha li welatên rojava dike ku ew rêyên din bigerin daku ji rewşa niha derbikevin.
Mizintsev destnîşan kir: “Niha mijara vegerandina penaberên welatên Danîmark û Belçîka jî bi awayekê germ gotûbêj dikin. Serokê Sûriyê ferman kiriye, her penaberekî Sûrî dema vedigere malên xwe û belgeyekî jî di destî wî de îspat bike ku ew mal û milkê wî ne, dê were vegerandin, herwiha Serokê Sûriyê biryar daye hemû alîkariyek ji bo penaberan pêşkêş bikin û ew ku eger leşkeriya xwe jî nekiribin, piştî vegeriyan salek sera debas bibe ew dikare careke din leşkeriya xwe bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin