Ciwanên Soresger du zarok ji bo leskeriyê birin
PeyamaKurd – Ciwanên Şoreşger du zarokên ji malbatên Kobanî û Qamişlo ji bo leşkeriyê birin.
Li gor malbata Şakir Mihemed Hibo yê 14 salî diyar kir, kurê wan Şakir roja 28ê Sibata îsal, ji cadeya Mûnîr Hebîb ya Qamişlo ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Bavê Şakir da zanîn, ji 1ê Adarê 2022yan ve wan navê kurê xwe li Ofîsa Parastina Zarokan tomar kirine, lê hîn tiştek ji bo wan nekirine û ji wan re gotine ku ew nikarin tiştekî bikin.
Li Kobanî jî malbeteke Kurd eşkere dike ku kurê wan ê bi navê Fehed Ebdulrehman nêzîkî 8 mehan e ji navçeya Pîşesazî ya Kobanî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin û heta niha ew tiştekî li ser wî nizanin.
Malbata Fehed destnîşan dike, ji bo zanîna tiştekî li ser kurê xwe yê 15 salî, wan serdana saziyên cuda yên Rêveberiya Xweser kirine, lê bê sûd bûye û heta niha nizanin ka kurê wan li ku derê ye û çi hatiye serî wî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin