Li Tûzxurmatû di bazarekî de teqîn çêbû û hinek kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navça Tûzxurmatû ya bi ser bajarê Kurdistanê Kerkûkê, di çarşiyekî navçê de bi sedema amadekariya cejnê xelk ji xwe re tiştên cejnê dikirî lê teqemeniyekî ku bi dest hatibû çêkirin û xistibûn konteynira gilêşê, teqiya.
Rêvebirê polîs yê Tûzxurmatû Huseyin Elî ji bo K24ê ragihandiye ku di wexta xelk ji xwe re alavan dikirî teqemeniya di konteynirê de teqiyaye. Bi sedema teqînê 3 kes birîndar bûne ku yek ji wan zaroke û birîndaran rewaneyê nexweşxanê kirine.
Di alavên der û dora çarşiyê de xesar çêbûye. Li ser bûyerê lêpirsîna polîs dewam dike û heya niha ti kes nexistine binçav.
Tûzxurmatû li rojavayê Kerkûkêye, piraniya xelkê Kurdin lê Turkmen û Ereb di navçê de dijîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin