Medya Îranê: Li Şîrazê teqîn çêbû!
Hat ragihangin ku li bajarê Şîrazê, ku dikeve parêzgeha Fars a Îranê, dengê teqînê hatiye bihîstin.
RûpelNews - Di navbera êrîşên berdewam ên Amerîkayê yên li dijî Îranê de, bûyereke din li reze teqînên car caran çêdibin, zêde bû. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, li beşa bakurê rojavayê Şîrazê dengê teqînê hatiye bihîstin.
Herçend di raportê de çavkaniya teqînê nehatibe diyarkirin jî, agahiyên destpêkê nîşan didan ku Amerîkayê êrîşek li dijî Şîrazê pêk aniye.
Di vê navberê de, dîmenên ku li ser medyaya civakî ji Şîrazê hatin parvekirin, teqînekê û dûv re bilindbûna dûmaneke stûr ji wê deverê nîşan didan. Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku tesîsên pîşesaziya elektronîkî yên girêdayî Wezareta Berevaniyê ya Îranê, bûne armanca topbarana giran.
