Li Sûriyê ji bo derxistina hêzên Tirkiyê xwepêsandan hat lidarxistin

16 îlon 2020 20:56
Li Sûriyê ji bo derxistina hêzên Tirkiyê xwepêsandan hat lidarxistin

PeyamaKurd – Li gundewarên bajarê Maret Numan a dikeve başûrê Idlibê, li dijî hebûna hêzên Tirkiyê xwepêşandaneke protestoyî hat lidarxistin û banga derxistina artêşa tirk hat kirin.

Hat ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyê xwepêşandana li pêşiya Serman a gundewarên Maret Nûman bi destwerdan û avêtina gaza rondikrêj belav kiriye.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku xwepêşandan li ser daxwaza partiya Beas a rejîma Sûriyê hatiye kirin û hin dengên hatibûn tomarkirin hatine bidestxistin ku di wan de partiya Baasê bang li fermandar û saziyên ewlekariyê yên girêdayî partiyê dike bi cilên sivîl li pêşiya xala artêşa Tirkiyê protesto bikin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku hin kesên xwe wekî sivîl nîşan dane êrîşê xalên wan ên çavdêriyê yên herêmên aram yên Idlibê kirine.