Îro tezkereya nûkirina mana hêzên artêsa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê dikeve dengdanê
PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyê, îro li ser proje-biryara nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê biryar dide, HDP jî diyar dike, deng nadin wê proje-biryarê (tezkere).
Îro Sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê proje-biryara (tezkere) Serokatiya Komara Tirkiyê ya derbarê nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê de dikeve dengdanê.
Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê Saruhan Oluç roja Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê di civîneke çapemeniyê de li Parlamentoya Tirkiyê da zanîn, ew deng nadin proje-biryarê.
Proje-biryar roja 20ê Cotmeha 2021ê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat pêşkêşkirin. Piştî tezkere yan proje-biryar li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin, dema mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê bo 2 salên din tê dirêjkirin.
Pêşkêşkirina wê proje-biryarê di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê gefa êrîşekê li ser Rojavayê Kurdistanê dixwe û operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê berdewam in.
Parlamentoya Tirkiyê herwiha roja 19ê Cotmeha 2021ê dema mana hêzên artêşa Tirkiyê li Malî û Komara Efrîqaya Navîn bo dema salekê dirêj kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin