Li Stenbolê erdhej

19 tebax 2026 18:17

Erdhejeke bi mezinahiya 3.2 pileyî li pîvana Richterê, li peravên Adalar a Stenbolê qewimî.

Li Stenbolê erdhej

RûpelNews - Hat ragihandin ku îro li Stenbolê erdhejek çêbûye.

Li gorî daneyên Çavdêriya Kandîlliyê, erdhej, ku navenda wê li deryaya Adalarê bû, di saet 17.43an de hat tomarkirin.

Hate ragihandin ku erdheja bi mezinahiya 3.2 pileyî, di kûrahiya 11.4 kîlometreyan de di bin erdê de pêk hatiye.

Heta niha derbarê erdhejê de ti bandorên neyînî nehatine ragihandin.