Saredarê Îstenbolê Imamoglu mehaneyên xwe yên salekî da mexdûrên erdhejê

10 sibat 2023 02:03
Saredarê Îstenbolê Imamoglu mehaneyên xwe yên salekî da mexdûrên erdhejê

PeyamaKurd – Şaredarê şaredariya mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu mehaneyên xwe yên salekî da mexdûrên erdheja Maraşê û der û dora wê.

Ji ber erdhej bi pileya 7,7 û 7,6 çêbû, xesara mal û canî gelek zêdeye û di serma zivistanê de pêdiviya xelkê bi her tiştî heye. Ji bilî ku şaredariya Îstenbolê alîkariya mirovî şand herêmê, şaredar Ekrem İmamoğlu meaşê xwe yê salekî ji bo mexdûrên erdlerzê bexşand.