AFADê ragihand: Li Stenbolê erdhej çêbû!

27 gulan 2024 14:17
AFADê ragihand: Li Stenbolê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Li Stenbolê bi lerza 3,8an erdhejek bi şev çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdheja li Behra Marmarayê ya li Büyükçekmeceya Stenbolê pêk hat de agahî da.

Li gor agahiyên ku AFADê dane li Büyükçekmeceya Stenbolê bi lerza 3,8an erdhejek çêbû.

Hat ragihandin ku erdheja ku di saet 00.38an de pêk hat 7 kîlometre di bin erdê de hat tespîtkirin.