Li Stenbolê AK Parti ket pêşiya CHPê

02 tebax 2026 17:03

Hejmara şaredariyên CHP ku di hilbijartinên herêmî yên 2024an de li Stenbolê 26 şaredarî bi dest xistibûn, piştî ji kar dûrxistin, tayînkirina qeyûman daket 18an. Hejmara şaredariyên AK Parti jî bû 19.

Li Stenbolê AK Parti ket pêşiya CHPê

RûpelNews - Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de, CHPê ji 39 şaredariyên navçeyên Stenbolê 26 şaredarî bi dest xistibû û AK Parti jî 13 şaredarî bi dest xistibûn lê niha hejmar guherî. 

Di demên dawî de piştî hin şaredarên CHPyî hatin girtin, hinek jî derbasî AK Partiyê bûn hejmara şaredariyên AK Partî ji yên CHPê zêdetir bû. 

Niha hejmara şaredariyên CHPê ji 26an daket 18an. Hejmara şaredariyên AK Parti jî bû 19an.