Parlamentera CHPê ya Stenbolê ji partiya xwe îstifa kir

17 hezîran 2026 17:15

Parlamentera CHPê ya Stenbolê Nimet Ozdemir ji partiya xwe îstifa kir.

Parlamentera CHPê ya Stenbolê ji partiya xwe îstifa kir

RûpelNews - Nimet Ozdemir nameya xwe ya îstifayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Di nameya ku ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re şand de, Ozdemir wiha diyar kir: "Ez bi vê nameyê ji endamtiya xwe ya Partiya Gel a Komarî îstifa dikim, ji ber ku ez vê yekê pêwîst dibînim. Ez bi rêzdarî daxwaz dikim ku tedbîrên pêwîst bên girtn."

Bi îstifaya Nimet Ozdemir re, hejmara kursiyên CHP'ê li Parlamentoyê daket 137an, di heman demê de hejmara parlamenterên serbixwe derket 10an.

Ozdemir di hilbijartinên 2023an de wek parlamentera ÎYÎ Partiyê hatibû hilbijartin. Ew di Cotmeha 2024an de tevlî CHPê bû û rozeta wê ji aliyê Ozgür Ozel ve pêşkêşî wê hat kirin.

CHP