Li Slovakyayê Trên û otobas li hev ketin: 7 kes mirin

28 hezîran 2024 16:14
Li Slovakyayê Trên û otobas li hev ketin: 7 kes mirin

PeyamaKurd - Li Slovakyayê, trêna navneteweyî ya Rêyên Hesinî yên Çekyayê ku ji Pragê, bi ser Bratîslavayê re diçû Budapeşteyê, li otobasekê qelibî û di encame de herî kêm 7 kes mirin.

Ajovanê trênê jî di nav de 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Yekîneyên Lezgîniyê bi ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirin, qeza li nêzîkî bajarokê Nove Zamky ku bi qasî 80 kîlometreyan li rojhilatê paytext Bratîslavayê dûr e rû da.

Hat ragihandin ku hemû kesên mirine rêwiyên otobasa Arriva ya ku li trênê qelibî bûn.

Wezîrê Hundirîn ê Slovakyayê Matus Sutaj Estok diyar kir ku kesên canê xwe ji dest dane, rêwiyên ku li aliyê otobasê yê ku trênê lê daye bûne.

Matus Sutaj Estok diyar kir ku ji ber lêdana trênê bûye sedema şewata otobasê, tekpîtkirina nasnameyên rêwiyan pir zor tê kirin.

Rayedaran diyar kirin ku di dema bûyerê de di trênê de zêdetirî 100 kes û di otobasê de jî 9 kes hebûne.

Di medyaya Çekyayê de pesnê ajovanê trênê tê dayîn ku dikaribûye vagonên trênê li ser hesinên rê bihêle û pêşî li karesateke mezin bigire.