2 helîkopter ketin: 25 kes mirin
Li Erebistana Siûdî helîkoptereke şîrketeke petrolê li erdê ket. 14 kes jiyana xwe ji dest dan. Li Fransayê jî balafira perwerdehiyê ket, 11 kes mirin.
RûpelNews - Helîkoptereke şîrketa petrolê Aramco li Erebistana Siûdî ket xwarê.
Li gorî raporên destpêkê, di qezaya helîkopterê de ku li herêma Ras Tanura ya li rojhilatê welêt qewimî, 14 kes mirin.
Hat ragihandin hemû kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane, welatiyên Erebistana Siûdî ne.
Berpirsên saziyên pêwendîdar ragihandin ku sedema qezayê hêj ne diyar e, lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e.
Li Fransayê jî balafir ket
Li Fransayê li nêzî bajarê Nancyê balafira perwerdehiyê li erdê ket. Di qezayê de 5 perwerdekar, 5 xwendekar, 1 pîlot bi giştî 11 kes jiyana xwe ji dest dan. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
