Li Brezîlyayê du helîkopter li hev qelibîn: 6 kes mirin
Li bajarê li Rio de Janeiro yê Brezîlyayê du helîkopter li hewayê li hev qelibîn, 6 kes mirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Berdevkê Agirkujiya Rio de Janeiroyê Fabio Contreiras ragihand ku li herêma Recreio dos Bandeirantes 2 helîkopter li hewayê li hev qelibîn.
Contreiras diyar kir ku di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin helîkopterekê li parka otomobîlan ketiye û her 5 kesên tê de jiyana xwe ji dest dane, helîkoptera din bi qasî 100 metreyan dûrî cihê bûyerê hat dîtin û pîlotê wê jî jiyana xew ji dest da.
Li parka otomobîlan ku helîkopterekê lê ketibû, agir bi tirimbêlan ket nêzîkî 20 otomobîlên elektrîkî yên parkkirî bûn xwelî.
