Li Şirnexê qeza: 2 kes mirin, 2 kes bi giranî birîndar bûn
Li navçeya Bâsa Şirnexê ji çar kesên di otomobîlekê de ku kontrola xwe winda kir û kete xendekê, du kes jiyana xwe ji dest dan, her du yên din jî tên dermankirin.
RûpelNews - Li navçeya Bâsa Şirnexê di qezayek trafîkê de du kes mirin û du kes bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla ji aliyê kesekî nenas ve dihat ajotin, kontrola xwe winda kir û li nêzî gundê Akdizgin kete xendekê.
Her çar kesên di wesayîtê de di qezayê de bi giranî birîndar bûn. Piştî agahdarkirina li ser bûyerê, tîmên 112 yên Tenduristiyê yên Bilez, jandarme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî ku li cihê bûyerê destwerdana destpêkê ya bijîşkî hat kirin, birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Güçlükonak û Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cizrelioğlu ya Cizreyê hatin veguhastin.
Li gel hemû hewldanên bijîşkî, Hejar Özer (20) û Yasin Balkan (16) nekarîn werin rizgarkirin. Hat ragihandin ku du kesên din ên birîndar li nexweşxaneyên bajêr dermankirina xwe didomînin.
Lêkolînek li ser qezayê hatiye destpêkirin.
