Li Amedê di qeza zincire de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

27 adar 2025 23:36
Li Amedê di qeza zincire de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Bismilê li Tepe 4 erebe li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Li ser qezayê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Nasnama kesên mirin û birîndar bûn nehat zanîn lê ji erebên ku qeza kirin 2 ji wan ji taziyê dadigeriyan.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên der û dorê.