Li Singalê komên çekdar nahêlin nistecî derkevin ser çiyayê Singalê
PeyamaKurd - Li gor Qaymeqamê bajarê Şingalê ragihand, komên çekdar nahêlin nişteciyên Şingalê biçin ser çiyayê Şingalê.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl diyar kir, komên çekdar nahêlin nişteciyên Şingalê biçin ser çiyayê Şingalê. Nahêlin ên ku pez û dewarên wan heye û her wiha yên ku nêçîrvaniyê jî dikin biçin ser çiyayê Şingalê.
Mehma Xelîl herwiha got, ger kesek bixwaze biçe jî divê destûrê ji wan werbigire.
Qaymeqamê Şingalê da zanîn, hebûna komên çekdar jiyana welatiyên Şingalê nexweş kiriye û got, divê ew ji Şingalê derkevin da ku xelkê Şingalê di aramî û asûdehiyê de bijîn.
Mehma Xelîl got, heta niha gelek caran daxwaza derxistina komên çekdar kirine lê ti kesî guh nedaye daxwaza wan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin