Berdevkê artêsa Iraqê: Em nahêlin ti komeke çekdar li Singalê bimîne!
05 gulan 2022 22:45
PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, li ser aloziya li Şingalê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên YBŞ yên girêdayî PKKê de pêk hatiye daxuyaniyek belav kir û ragihand, li herêma Şingalê hêzeke mezin a artêşa Iraqê hatiye bicihkirin û ew nahêlin ti komeke çekdar li wir bimîne.
Berdevê Fermandariya Hêzên Hevbeş Tehsîn Xefecî got, “Sedema hemû bûyerên li Şingalê rû dan ew kesên bêwijdan ên rê li berpirsên ewlekariyê girtin bûn.”
Xefecî pesnê hêza Fermandariya Operasyonên Mûsilê da ku ji bo dabînkirina ewlehiya Şingalê xebitiye û destnîşan kir, ew dê rê nedin ti hêz û komeke çekdar li Şingalê û derdora wê bimîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin