Rûsya: Komên çekdar nahêlin xelk di deriyên hatine vekirin de derkevin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku komên çekdar rê nadin welatî ji navçeyên dibin kontrola wan de yên li Idlib û Helebê derkevin.
Cêgirê Serokê Navenda Hmeymîm a Rûsiyayê li Sûriyê Aleksander Karbov da xuyakirin, bi alîkariya Rûsyê dergehên Seraqib û Mîznas li parêzgeha Idlibê û dergehê Ebû Zêdan li parêzgeha Helebê di navbera navçeyên dibin kontrola komên çekdar û Hikûmeta Sûriyê de hatine vekirin.
Aleksander Karbov got, tevî vekirina deriyên di navbera herêmên jêr kontrola komên çekdar û hikûmeta Sûriyê de çekdar rê nadin xelkê ku ji wan navçeyan derkevin.
Berpirsê rûsî diyar kir, çekdaran bend li ser rêyên ku diçin wan dergehan danîne û rê nadin welatiyan ji navçeyên dibin kontrola wan de derkevin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin