Li Silopiya her sê term li kêleka hevdu hatin veşartin

23 gulan 2026 14:31

Termên her sê kesên ku di qezaya li Dîlokê de canê xwe ji dest dabûn bi xemgineyeke mezin bi axê hatin spartin.

Li Silopiya her sê term li kêleka hevdu hatin veşartin

RûpelNews - Termên sê kesên ku duh di bûyera trafîkê ya trajîk a li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, vê sibehê anîn navçeya Silopiyê ya Şirnexê. 

Cenazeyên Îslam Gorgulu, Mevlut Gorgulu û Abdurrahman Boluş, ên ku di qezaya li ser Viyaduka Başpinar a Nurdaxê ya li ser Rêbeja Tarsus-Edana-Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî temamkirina proseduran li Enstîtuya Tipa Edlî ya Dîlokê radestî malbatên wan hatin kirin.

 

Her sê cenaze di saetên sere sibehê de anîn navçeya Silopya ya Şirnexê. Piştî nimêjê termên her sê welatiyan li kêleka hevdu bi axê harin spartin. Di dema veşartinê de, endamên malbatê û xelkê navçeyê nekarîn girî û hêsirên xwe bigirin.

Hate ragihandin ku lêpirsîna derbarê qezayê de berdewam dike.