Li Silêmaniyê melayek bi Covid-19ê ket
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişkinînên ji bo diyarkirina nexweşên Covid-19ê, îro derket holê ku ew vîrus ketiyê canê kesekî din. Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî ragihand, ew kesên ku virus ketiye ccanê wî ji Silêmaniyê ye.
Dr. Saman Berzencî ragihand, kesê ku nû bi vîrusa Koronayê ketiye mamostayekî olî ango melayekî 70 salî ye. Bi gotina Wezîrê Tendirustiyê, “wî mamostayê olî piştî ku nexweş ketiye serdana bijîşkî kiriye û guman lê hatiye kirin ku virüs ketibe canê wî, lewma pişkinîn jê re hatiye encamdan û derketiye holê ku ew kes bi wê nexweşiyê ye”.
Bi tomarkirina haleta nû, niha li Herêma Kurdistanê 6 kes bi nexweşiya vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine, ku her hemû li bajarê Silêmaniyê ne. Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ew kes niha li nexweşxaneyê hatiye razandin û di bin karantînayê de ye.
Nexweşketina mamaostayekî ola Îslamê li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê di demekê de ye, ku duh 3ê Adarê Komîteya Fetwayê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew nimêja Înê ranagirin û kesê ku bi sedema vîrusê jî canê xwe ji dest bidin, dê wek “şehîd” bihêne tomarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin