Wezîrê tenduristiyê bo tevdîrên xweparastina ji Covid-19ê ji nêzîk ve bibîne diçe Silêmaniyê

29 sibat 2020 15:28
Wezîrê tenduristiyê bo tevdîrên xweparastina ji Covid-19ê ji nêzîk ve bibîne diçe Silêmaniyê

PeyamaKurd - Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo tewdîrên xweparastina li hember vîrusa korona di cîh de bibîne serdana bajarê Silêmaniyê dike.

Îro Şemiyê (29.02.2020) wezîrê tenduristiyê Saman Berzincî bi serokatiya şandekê ve gihişt bajarê Silêmaniyê. Berzencî dê xebatên xweparastina ji Covid-19ê ji nêzîk ve bibîne û bişopîne.

Wezîrê tenduristiyê Saman Berzincî ragehand, bo tevdîrên xweparastina ji vîrusa korona(Covid-19) ji bibînin serdana Silêmaniyê dike.

Heya nihha ti bûyerekî vîrusa korona ango Covid-19ê li herêma Kurdistanê nehatiye dîtin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî gelek tevdîr wergirtine da ku ew virus neye Kurdistanê.