Wezîrê Tenduristiyê: 100 milyar dînar ji bo Covid-19 hatiye xerckirin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincê eşkere kir, ji destpêka pandemiya koronayê ve, nêzîkî 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna vîrusa Covid-19 hatiye xerckirin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî îro 14ê Kanûnê li Hewlêrê di civîneke rojnamevanî ya ligel Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Ehmed Zewîtin de ragihand, ji meha borî ve rêjeya wergirtina derziyan zêde bûye.
Dr. Berzincî got: “Heta niha li Herêma Kurdistanê testa Koronayê ji 3 milyon û 587 hezar kesan re hatiye kirin, ji wê hejmarê zêdetir ji 378 hezar pêketî hatine tomarkirin û ji wan jî 367 hezar kes baş bûne.”
Dr. Saman Berzincî da zanîn: “Heta niha 3 hezar û 832 nexweş li Herêma Kurdistanê hene ku piraniya wan li malê çareseriyan werdigirin û beşek jî li nexweşxaneyan e. Di navbera 7 û 12 kesan de jî can dane.”
Berzincî diyar kir: “Heta niha 1 milyon û 700 daneyên derziyan hatine bikaranîn, ji wê hejmarê 58 hezar û 740 mamosteyan derzî wergirtin. Daxwaz dikin hemû mamosteyên din jî xwe xwe derzî bikin.”
Wezîrê Tenduristiyê ragihand: “Ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê û heta niha nêzîkî 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna pandemiyê hatiye xerckirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin