Li Silêmaniyê 6 Haletên nû yên Covid-19ê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tûşbûna 6 welatiyên din li Silêmaniyê bi virusa koronayê (Covid-19) ragihand.
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de ragihand, di 24 demijmêrên borî de pişkinîn ji bo 178 kesan encam daye, ku 27 li Hewlêrê, 64 li Silêmaniyê û 87 li Duhokê encam dane.
Di encamê de 6 tûşbûyên nû li Silêmaniyê tomar kirine, ku 5 ji wan zilam in û yek jin e, ku sê ji wan kesên nêzîk û berkeftiyên tûşbûyê, ku beriya niha canê xwe ji dest da bû ne û yek ji tûşbûyan jî, ji welatê Spnayayê vegeriya ye.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand jî, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê tûşî korona bûn e 47 kes in. Ji wan yek kes canê xwe jidest da ye û 13 bi temamî baş bûne, û yên din jî, di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin