Li Hewlêrê 8 haletên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

30 nîsan 2020 22:49
Li Hewlêrê 8 haletên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 30yê Nîsanê ragihand ku li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyekê da xuyakirin, 7 ji wan pêketiyên koronayê rûniştvanên taxa Sêteqan in ku hemû berkeftiyên pêketiyê berê yê li Telar Cîty yên nahiyeya Sêteqan in.

Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku 3 ji wan pêketiyên koornayê jinên ku temenên wan 36, 43 û 85 sal in û 4 zarokên temen 5, 6, 10 û 12 salî ne.

Herwiha li gorî daxuyaniyê tûşbûyê heştan ê vîrusa korona yê jî ciwanekî 19 salî ye û rûniştvanê qezaya Soranê ye.

Li gorî amarên dawî hatine eşkerekirin, li Herêma Kurdistanê heta 380 kes bi vîrusa korona ketine,  325 kes baş bûne û 5 kesan jî wefat kiriye.