Li Hewlêrê 3 haletên nû yên Covid-19ê hatin tomarkirin

26 adar 2020 15:13
Li Hewlêrê 3 haletên nû yên Covid-19ê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 26ê Adarê ragihand ku li Hewlêrê 3 haletên nû yên koronvîrûsa nû (Covid-19ê) ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di berdewamiya pişkînîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li parêzgeha Hewlêrê haletên nû yên Covid-19ê hatin destnîşankirin.

Wezaretê diyar kir, ew kesên bi Covid-19ê ketine, jineke 32 salî û du zilamên temen (30) û (32) salî ne û ew hemû merivên pêketiyekî duhî yê bajarê Hewlêrê ne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, bi vî awayî hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19ê ketine gihîşt 103 kesan, di nava wan 2 kesan canê xwe jidest dane.