Di rojekê de 728 pêketinên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
15 tîrmeh 2022 21:02
PeyamaKurd – Pêla nû ya vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê jî bandora xwe dike û hejmara pêketinên rojane nêzîkî hezar kesan bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 728 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, lê ti haleteke mirinê nehatiye tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê 204 kes li Hewlêrê, 191 kes li Silêmaniyê, 316 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê hatine tomarkirin.
Hat diyarkirin ku di 24 saetan de, 495 kes jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
WHO: 30 hezar haletên vîrusa MPox hatin tomarkirin, 812 kes jî mirin
23 îln 2024
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê 173 pêketinên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
31 tbx 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin