Li Rojavayê Kurdistanê 173 pêketinên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
31 tebax 2021 20:35
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 173 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 173 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 2 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 20489 kesan, ji wan 1956 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
150 malbaten iraqî ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin
15 rbn 2023
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin