Li Silêmaniyê êrîş pêk hat

17 tîrmeh 2026 22:23

Herêma Taslûceyê ya Silêmaniyê bû armanca êrîşekê. Piştî êrîşê, li herêmê agirekî mezin bi rê ket û tîmên ewlehiyê û agirkujiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li Silêmaniyê êrîş pêk hat

RûpelNews - Li gorî nûçeyên Rûdawê, dîmenan nîşan didan ku dûmaneke stûr ji cihê lêdanê bilind dibû û agir li herêmeke berfireh belav dibû.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyeke piştî êrîşê de got: "Bi navê Parêzgariya Silêmaniyê, em wan êrîşên ku li dijî bajarê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê û rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê ne aliyek in di wê şerê ku herêmê girtiye nava xwe de."

Ebûbekir her wiha bang li welatiyan kir û got: "Em daxwazê ​​ji welatiyan dikin ku nêzîkî wan deverên ku rastî bombebaranê hatine nebin û rê li ber trafîkê negirin, da ku hêzên ewlehiyê, karmendên Wezareta Navxwe û saziyên peywendîdar bikaribin bi awayekî profesyonel erkên xwe pêk bînin."

Herçend heta niha derbarê kuştî an birîndaran de daxuyaniyeke fermî nehatibe dayîn jî, hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê û saziyên peywendîdar li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin.