Li Silêmaniyê droneke Tirkiyê li otomobîlekê xist: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd –Hate ragihandin ku îro 8ê Tebaxê danê êvarê li Silêmaniyê, li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin ku li gorî çavkaniyên medya Tirk otomobîl ya PKkê bûye û tê de çend endamên PKKê hebûn.
Li gorî zanyariyan li Silêmaniyê li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin û li gor agahiyên destpêkê, du kes birîndar bûne.
Qaymeqamê Qezaya Dûkanê Sîrwan Serhed jî derbarê bûyerê de ragihand, bi dronê êrîşî otomobîlekê li ser rêya Dûkanê ber bi qezaya Xelekan, li nêzîkî gundê Qelate hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Sîrwan Serhed du kesên di nav otomobîlê de bûn, ku yek ji wan xelkê Sûriyê û yê din jî xelkê Helebceyê ye, birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin