HSD: Me droneke întiharî ya Tirkiyê xist xwar

11 berfanbar 2022 19:52
HSD: Me droneke întiharî ya Tirkiyê xist xwar

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan droneke Tirkiyeyê ya întiharî xistiye xwar.

HSDê li ser malpera xwe ya fermî îro Yekşemê da xuyakirin, “Duh balafireke keşfê ya intîharî li bajarokê Zirganê di dema amadekariya êrîşê de bû, êvarê di seet 17:00an de ji aliyê hêzên me ve hat hedefgirtin. Di encamê de ev balafir hat rûxandin.”

Hêjayî gotinê ye, ev cara yekem e HSD derbarê xistina balafirên bêmirov ên Tirkiyê de daxuyaniyê dide ku heta niha gelek êrîş bi wan balafiran li ser hêzên wan hatine kirin.