Li Sêrtê kana sifirê ji ber sedemeke nediyar rûxiya: Mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li navçeya Şîrwan a Sêrtê di kana sifirê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li gundê Madenê yê navçeya Şîrwanê kana sifir a taybet ji ber sedemeke nediyar rûxiya.
Li ser agahdarkirina rewşê, cendirme, 112 Tenduristiya Lezgîn, AFAD û ekîbên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo xelaskirina karkerên di bin xirbeyan de mane xebat dan destpêkirin.
3 kesên ku ji bin xirbeyan hatin derxistin piştî alîkariya ewil rakirin nexweşxaneyê, Zekai Can Calik, Emre Gokduman û Orhan Gultekîn tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.
Xebatên li cihê bûyerê dewam dikin.
Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya ku xebatên rizgarkirinê yên di madenê de li cihê bûyerê dişopand diyar kir ku di derdora seat 01.25an de di kanê de hilweşîn pêk hatiye.
Kizilkaya got, "5 hevalên me yên karker di kana madenê ya li qada madenê ya Etî Bakir de rûxiya bûn. 2 birayên me yên karker bi sivikî birîndar bûn, lê mixabin 3 birayên me jiyana xwe ji dest dan." got.
- 3 kes hatin binçavkirin
Derbarê hilweşîna di madenê de ji teref Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Y.K., A.T. û D.A. hatin desteserkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin