Li Kanadayê êriş li dibistanekê hat kirin: 10 kes mirin

11 sibat 2026 09:42

Di gulebaraneke li dibistanek û malekê li parêzgeha British Columbia ya Kanadayê, êrîşkar jî di nav de 10 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûn.

Li Kanadayê êriş li dibistanekê hat kirin: 10 kes mirin
RûpelNews -

Li gorî raporeke CBCyê ya ku li ser daxuyaniyeke Polîsê Siwarî yê Şahane ya Kanadayê (RCMP) hatiye amadekirin, êrîşeke çekdarî li dibistaneke li herêma Tumbler Ridge a parêzgehê pêk hatiye.

Di êrîşê de 6 kes hatin kuştin û kesek jî di riya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Yekîneyên RCMP ragihandin ku du kesên din li maleke nêzîk hatine dîtin ku mirî ne û tê bawerkirin ku ev bi êrîşê ve girêdayî ne.

Hat ragihandin ku kesek, ku tê texmînkirin êrîşkar be, li cihê bûyerê mirî hat dîtin.

Derbarê rewşa birîndaran de hat ragihandin, "Du qurbanî bi giranî birîndar bûne û birine nexweşxaneyê. 25 birîndarên din jî ku rewşa wan ne gelek giran e, li navendeke tenduristiyê ya herêmî tên kontrolkirin. Hemû xwendekar û karmendên mayî bi ewlehî hatine derxistin."

Hat piştrastkirin ku êrîşkarê mirî li gorî şahidan "jineke porqehweyî" ye.

Nêzîkî 100 xwendekar û karmendên dibistanê bi ewlehî hatine derxistin û dibistanên seretayî û navîn ên li herêma Tumbler Ridge dê hefteyekê girtî bin.

Êrîşa duyem a herî mezin a li dibistanekê di dîroka welêt de

Ev êrîş, piştî êrîşa di Kanûna 1989an de li dibistana L'Ecole Polytechnique ya li Montrealê, ku tê de 14 kes hatibûn kuştin, wekî duyemîn êrîşa herî kujer a li dibistanekê di dîroka welêt de hate tomarkirin.

Li bajarokê Tumbler Ridge 2,400 kes dijîn û li rojavayê Kanadayê li binê Çiyayên Rocky (Rocky Mountains) ye, bi qasî 680 kîlometre ji sînorê Amerîkayê dûr e.