Li ser Şaredariya Çenqeya ya Enqereyê operasyon hat kirin

11 tîrmeh 2026 09:54

Li ser Şaredariya Çenqeya ya li Enqereyê ya ku di destê CHP'de ye operasyon hat lidarxistin. Der barê 36 kesan de ku di nav de şaredar jî heye biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li ser Şaredariya Çenqeya ya Enqereyê operasyon hat kirin

RûpelNews - Polêsên Enqereyê danê sibehê avêtin ser şaredariya navçeya Çenqeyayê û li nav avahiya şaredariyê dest bi lêgerînê kirin.

Serdozgeriya Enqereyê der barê 36 kesan de biryara desteserkirinê da ku di nav de Şaredarê Çenqeyayê Huseyin Can Guner, gelek rêvebir û xebatkarên şaredariyê hene.

Li gor daxuyaniya serdogeriyê sedema desteserkirin û operasyonê, rişwet, gendelî û bi mebesta suc avakirina rêxistinê ye.

Heta niha 27 kesan hatin desteserkirin. Ji bo qefaltina gumanbarên din xebata tîmên polêsan didom in.