Operasyoneke nû li şaredariya Stenbolê: 29 kes desteserkirin
Bi hinceta gendeliyê operasyoneke nû li ser Şaredariya Stenbolê hatin kirin. 29 kes hatin desteserkirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de li ser Şaredariya Stenbolê ji hêla polêsan ve operasyon hat lidarxistin. Der barê 30 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn. 29 kes hatin desteserkirin.
Di operasyonê de di nav kesên hatin desteserkirî de Cîgirê Sekreterê Giştî Oktay Ozel û Seroka Şaxa Bexçe û Parkê Tugba Olmez Hanci jî heye.
Kesên hatin desteserkirin piştî ifadeyên wan li asayîşê hatin wergirtin dê bo dadgehê bên veguhestin.
