Colemêrg: Di operasyona rizgarkirina pisîkê de serbazek mir
Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê, di dema operasyona rizgarkirina pisîkeke asêmayî de, pêlika kamyona agirkujiyê hilweşiya. Çawîşê pispor K.Y. yê 36 salî, ku piştî di bin derincê de asê mabû bi giranî birîndar bûbû û ji bo nexweşxaneya hatibû veguhestin jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Bûyer li Taxa Merkez a navçeya Rûbarokê qewimî. Otomobîleke agirkujiyê ya Şaredariya Rûbarokê ji bo rizgarkirina pisîkeke asêbûyî şandin herêmê.
Di çarçoveya operasyona rizgarkirinê de, pêlika otomobîla agirkujiyê hat vekirin. Di dema operasyonê de, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn, derince şemitî û li ser çawîşê pispor K.Y. yê ku li cihê bûyerê bû, hilweşiya.
Li nexweşxaneyê mir
K.Y., yê ku di bin derinceyê de asê mabû, ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji cihê bûyerê hate derxistin. Çawîşê ku bi giranî birîndar bûbû, piştî dermankirina destpêkê ya ji aliyê karmendên tenduristiyê ve, bo nexweşxaneyê hate veguhestin.
K.Y., ku wek niştecihê Çankiriyê hatibû tomarkirin û dihat ragihandin ku 36 salî ye, tevî destwerdanên bijîşkî yên li nexweşxaneyê hatin kirin, nekarî were rizgarkirin.
Li ser bûyerê lêpirsînek hatiye destpêkirin û tê payîn ku sedema şemitîn û hilweşîna derinceya otomobîla agirkujiyê piştî lêpirsînan were diyarkirin. (ANKA)
