Li ser rêya Stenbol-Îzmîrê qeza: 25 kes birîndar bûn

18 gulan 2026 10:07

Li Balikesirê li ser rêya Stenbol-Îzmîrê otobuseke rêwiyan piştî ku kontrola xwe winda kir wergeriya, 25 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Stenbol-Îzmîrê qeza: 25 kes birîndar bûn

RûpelNews - Otobusa rêwiyan a ku ji Stenbolê ber bi Îzmîrê ve diçû, li herêma Yeni Mahalle ya Susurlukê kontrola xwe winda kir û wergeriya. Piştî agahdarkirinê, tîmên cenderme, polîs, agirkujiyê û bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ji 40 kesên di wesayîtê de 25 kes birîndar bûn. Birîndar piştî wergirtina dermankirina destpêkê ji alîyê tîmên bijîşkî rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ji ber qezayê herikîna trafîkê li ser rêya sereke hate kontrolkirin û lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.