Li ser rêya Sêwreg-Amedê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
Qezeya li ser rêya Sêwreg û Amedê de Sefer Ozdogan bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Qeza duh li nêzîkî taxa Yuvarê ya li ser rêya Sêwreg-Amedê pêk hat. Li gorî agahiyan, otomobîla ku ajokarê wê Ahmet Yalçın (40 salî) bû, ji kontrolê derket û ket nav xendeqê.
Di qezayê de ajokar Ahmet Yalçın ligel Mahmut Kose (30 salî), Sefer Ozdogan (41 salî) û Gundar Tura (46 salî) birîndar bûn. Tevî hemû midaxeleyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif İnan ku lê hatibû rakirin, Özdoğan nehat rizgarkirin.
Piştî temambûna karûbarên pêwîst, termê Ozdogan radestî xizmên wî hat kirin.
