Li ser rêya Amed û Çewlikê qeza: Birîndar hene

12 adar 2026 09:38

Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Çewlik-Amedê de çar kes birîndar bûn.

Li ser rêya Amed û Çewlikê qeza: Birîndar hene

RûpelNews - Qeza li Çarxara Bertiyê ya li ser rê qewimî. Li gorî agahiyan, otomobîla ku ji hêla H.Ç. ve dihat ajotin, li kamyoneteke ku ji hêla Y.G. ve dihat ajotin qelibî. Di encama qezayê de çar kesên di her du wesayîtan de birîndar bûn.

Piştî agahdarîya kesên derdor, tîmên bijîşkî û polîsan çûn cihê bûyerê. Piştî dermankirina destpêkê ji hêla tîmên bijîşkî ve, birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.

Qeza bû sedema astengiyeke kurt a trafîkê li ser rêya sereke. Piştî rakirina wesayîtan rê ji trafîkê re hate vekirin. Polîsan li ser qezayê lêpirsîn da destpêkirin.