Li ser rêya Çewlikê di qezayê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

18 tebax 2023 02:45
Li ser rêya Çewlikê di qezayê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li ser rêya bajarê Çewlikê (Bingöl) û bajarê Mûşê, di qeza zincîre de 3 kes can dan û 8 kes birîndar bûn. Li gor ragihandinê 6 erebe li hev ketine.

Di qezayê de Sezgin Karakuş, Alican Çiçek û Ferman Uçar can dan. Tîmên AFADê, polîs û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Mûşê.