Li ser rêya Sîne–Hemedan tangêra sotemeniyê teqiya: 10 kesan canê xwe ji dest da
Qezayeke trafîkê li bajarokê Sîne yê Rojhilat bû sedema trajediyeke mezin. Li gorî nûçeyên destpêkê, di teqîna ku piştî qezayeke tangêra sotemeniyê li ser rêya Sine–Hemedan qewimî de, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Rêveberiya Xizmetên Lezgîn a Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Sîneyê diyar kir ku qezayê êvarê pêk hatiye.
Tangêra sotemeniyê, ku di dema qezayê de teqiya, otoban veguherand qadeke şer. Tîmên Agirkujiya Şaredariya Sîneyê ji ber ku tangêr bi tevahî bi sotemeniyê barkirî bû, di vemirandina agir de bi zehmetiyeke mezin re rû bi rû man.
Daxuyaniyeke fermî tê payîn
Her çend gelek ambûlans û agirkuj ji bo cihê bûyerê hatin şandin jî, agir di dawiyê de piştî têkoşîneke dirêj hate kontrolkirin.
Berdevkê Servîsa Agirkujiyê ya Sînê Azad Keremî, diyar kir ku lêpirsînên derbarê sedema qezayê û asta zirara madî de berdewam in lê zêde kir, "Gava rapora berfireh temam bibe, gel dê bi rêya daxuyaniyeke fermî were agahdarkirin." (Rûdaw)
