Amûdê | Depoyeke sotemeniyê teqiya, 2 kesan can dan û 3 kes jî birîndar bûn
20 tîrmeh 2023 13:36
PeyamaKurd – Li Amûdê agir bi mala welatiyekî ket û di encamê de depoyeke sotemeniyê teqiya, 2 kesan can dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li Amûdê agir bi mala welatiyekî bi navê Abid Şemşolî ket û di encama şewatê, ji malbata Şemşolî 2 kesan can dane û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Hat eşkerekirin, heta niha sedema pêketina agir nehatiye zanîn.
Herwiha piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristaniya Amûdê li cihê bûyerê amade bûn û ji bo kontrolkirina agir dest bi xebatan kirin.
Hat eşkerekirin, tîmên tenduristiyê yên piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê jî birîndar birine nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya pizîşkan de ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rewandiz | Mayîn bi 3 kesan de teqiya: Kesekî can da
13 adr 2025
Cîhan
Li Entabê tankera sotemeniya teqiya: 2 kesan can da, 3 kes birîndar bûn
28 sbt 2025
Jiyan
Li Kocaeliyê agir bi depoyeke parfûman ket: 6 kesan can da
08 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin