Li ser rêya Amed-Êlihê qeza
Di qezayeke trafîkê de ku li ser rêya sereke ya Êlih-Amedê di navbera otomobîlek û kamyonekê de pêk hat, çar kes birîndar bûn.
RûpelNews - Qeza li nêzîkî gundê Diktepeyê, li ser rêya Êlih-Amedê qewimî. Li gorî agahiyan, otomobîl û kamyonek li hev qelibîn; nasnameya ajokaran hêj nehatiye diyarkirin.
Di encama lêdanê de, çar kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn. Piştî agahdarkirina derbarê qezayê de, tîmên tenduristiyê yên hawarçûnê (112), agirkujî, AFAD û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Kesên birîndar piştî destpêkirina tedawiya ewil li cihê bûyerê, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo tedawiya zêdetir bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatin veguhestin.
