Li ser gotinên Erdogan Îsraîlê got: “Tirkiyê ji endamtiya NATO derxin”
30 tîrmeh 2024 03:11
PeyamaKurd – Li ser gotinên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ku got; Tirkiye çawa ketiye Qarabaxê û Lîbyayê wê wisa bikeve Îsraîlê jî, wezîrê karên derve yê Îsraîlê, Israel Katz bersiva Erdoğan da:
“Tirkiye tiştên talûke dibêje. Divê Tirkiyê ji endamtiya NATOyê derxin.”
Di dema Katz banga derxistina Erdoğan ji endamtiya NAT0yê kir, wêneyê Erdoğan û Saddam Huseyîn danî cem hev û got ku wê dawiya Erdoğan bibe weka ya Saddam Huseyîn.
Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Îsraîlê Katz weha dewam kir:
“Divê temamî dîplomatên me bi endamên NATOyê re bikevin nav têkiliyan da Tirkiyê şermezar bikin û ji hevkariya herêmê derxin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin