Li ser Çemê Dîcleyê trajedîya malbatî: 7 kesan xeniqîn

29 gulan 2026 22:47

Di bûyereke diltezîn a li parêzgeha Selahedînê ya Îraqê de, ji heman malbatê 7 kesên ku xwest zarokekî ketibû avê rizgar bikin xeniqîn.

Li ser Çemê Dîcleyê trajedîya malbatî: 7 kesan xeniqîn

RûpelNews - Malbat ji bo geştê ji Bexdayê çûbû parêzgeha Selahedînê ya Îraqê û seyrana wan bi trajediyeke mezin bi dawî bû.

Bûyera diltezîn êvarî li Tikrîta navenda parêzgeha Selahedînê li berava Çemê Dîcleyê rû da.

Li gorî agahiyan, malbateke qerebalix ji bo bêhnvedan û seyranê ji Bexdayê çûbû Tikrîtê.

Dema ku ew li ber çêm rûniştibûn, zarokekî biçûk ê malbatê hevsengiya xwe ji dest da û ket avê.

Endamên malbatê dît ku zarok bi pêla avê çûye. Wan li pey hevdû xwe avêt çêm da ku wî rizgar bikin.

Lê belê pêla bihêz a Çemê Dîcleyê ew kesên din jî bi xwe re birin û hewldana wan veguherî karesateke mezin.

Di bûyerê de bi giştî 13 kes ketin avê û qeyraneke mezin a canî çêbû.

Kesek hîn winda ye

Berdevkê Polîsê Selahedînê Qasim Elî li ser bîlançoya giran a bûyerê daxuyanî da Rûdawê.

Qasim Elî got, "Di bûyerê de ji heman malbatê 7 kes xeniqîn. Bi xebatên tîmên me û hewldanên welatiyên derdorê 6 kes sax hatin rizgarkirin."

Elî di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên, "Me heta niha termên 6 kesan derxistine û xebatên me yên ji bo dîtina kesekî din ê winda jî didomin."

Hat ragihandin ku 6 kesên hatine rizgarkirin ew rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Her wiha termên wan kesên mirine jî ji bo kar û barên otopsiyê sewqî saziya bijîşkiya dadî hatin kirin.